Guman çûbûn ser birayê Narînê: Encamên lêkolînê eşkere bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Bijîşkiya Dadî ya Stenbolê ragihand ku şûna gezan a li ser milê birayê Narîn Guranê ne yên Narînê ne.

Narîn Gurana 8 salî 21ê Tebaxê li Amedê winda bû û ji wê demê ve nehatiye dîtin.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç diyar kiribû ku kesek hatiye desteserkirin.

Paşê hat zanîn ku kesê desteserkirî birayê Narînê yê 18 salî yê bi navê Enes Guran e.

Li ser milê Enes Guran şûna gezan hebû û lewma wekî gumanbar hat desteserkirin.

Hêzên ewlehiyê ji bo şûna gezan ên li ser milê Ened Guran bên testpîkirin, ew veguhast Saziya Bijîşkiya Dadî ya Stenbolê.

Îro lêkolînên Saziya Bijîşkiya Dadî ya Stenbolê bi dawî bûn û encam hat eşkerkirin.

Saziya Bijîşkiya Dadî ya Stenbolê rapora encamê ji Serdozgeriya Komerê ya Amedê re şand.

Di raporê de hatiye gotin ku ew şûngez ne yên ên Narînê ne.

Li aliyê din ve, hat zanîn ku hêzên ewlehiyê piştî karûbarên li Stenbolê Enes Guran dîsa vegerandiye Amedê.

Fermandarê Cendirmeyan ê Amedê Selçuk Yildirim doh gotibû:

“Me gav bi gav her tişt qeyd kiriye, em gelekî nêzîkî encamê ne.

Di destê me de delîlên girîng hene, em dê wî bibînin.”

Narîn herî dawî dema ji kursa Quranê derketiye hatibû dîtin.