Îraq: Me drona Tirkiyeyê xist xwarê
Hewlêr (Rûdaw) – Sîstema parastina asmanî ya Îraqê ragihand ku wan drona Tirkiyeyê xistiye xwarê.
Hêzên Ewlehiyê yên Kerkûkê ragihand ku li Kerkûkê dronek ketiye xwarê.
Berdevkê Polîsê Kerkûkê ragihandibû ku ev dron ji aliyê sîstema parastina asmanî ya Îraqê ve hatiye xistin lê ew nizanin bê ya kê ye.
Ya Tirkiyeyê ye
Sîstema parastina asmanî ya Îraqê ragihand ku ew dron a Tirkiyeyê ye.
Hat ragihandin ku ew dron bêyî ku destûra wê hebe li asîmanên Kerkûkê firiyaye û Îraqê jî ew daye erdê.
Hat zanîn ku ew drona Tirkiyeyê bi 4 guleyên balafirşikên hatiye xistin.
Îraqê li Kerkûkê droneke Tirkiyeyê xist xwarê
— RudawKurdi (@RudawKurdi) August 29, 2024
🛑 Dron hat parçekirin û parçeyên wê dibin Birêvebiriya Ewlehiyê ya Kerkûkê #Kerkûk
📸Rûdaw pic.twitter.com/vSIqffLkA0