Teqîna li Qamişloyê: Asayîşê daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) - Asayîşa Rojavayê Kurdistanê ragihand ku teqîna li Qamişloyê ji ber bombeyeke çandî rû daye.

Doh li navenda bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê otomobîlek teqiya.

Destpêkê hatibû gotin ku otomobîl ji aliyê droneke Tirkiyeyê ve hatiye bombebarankirin.

Asayîşa Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek da û destnîşan kir teqîn ne ji ber êrişa dronan çêbûye, sedema wê bombeyeke çandî ye.

“Tirkiye û çeteyên wê li pey teqînê ne”

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê jî da zanîn ku “Tirkiye û çeteyên wê li pey teqîna li Qamişloyê ne” û got:

“Doh li bajarê Qamişloyê teqînekê rû dabû. Di encamê de du sivîl (dayikek û kurê xwe) şehîd ketin.

Armanca vê teqîna ku Tirkiye û komên wê yên çete li pey in, derxistina tevlihevî û rêlibergirtina îradeya gelê me ye.

Di heman demê de armanca wê ew e derfeta vegerê ji çeteyên DAIŞê re veke, projeya gelê me têk bibe û gel koçber bike.

Dewleta Tirk derfetê ji DAIŞê re vedike da ku hewldanên gelê me yê têkoşîna li dijî wê asteng bike.

Tevgerên îro yên DAIŞê yên li Sûriyeyê û derveyî wê encamên vê yekê ne.

Li ser vê yekê erkê hemû cîhanê, saziyên hiqûqî, mirovî û ewlehiyê ye ku li ber siyaseta qikirinê ya dewleta Tirk bigirin.”