PDKyê banga beşdariya hilbijartinan li xelkê kir
Hewlêr (Rûdaw) - Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) civiya û banga beşdariya hilbijartinan li xelkê kir.
Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) îro bi serpereştiya Serok Mesûd Barzanî civiya.
Komîteya Navendî ya PDKyê piştî civînê daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê rewşa siyasî, aborî û amadekariyên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di civînê de hatin gotûbêjkirin.
Di daxuyaniyê de PDKyê banga beşdariya hilbijartinan li xelkê kir.
“Gel û niştiman ji cudahiyên me pêştir û pîroztir in”
Di daxuyaniyê de tekezî li pêvajoya hilbijartinan jî hat kirin û wiha hat gotin:
“Ji ber ku hilbijartin li pêşiya Herêma Kurdistanê ne, pêwîst e em ji her dem zêdetir li ser bingeha parastina berjewendiyên bilind û destkeftî û mafên gelê me û parastina dezgehên destûrî û statûya Herêma Kurdistanê yekhelwest û yekgirtî bin.
Divê derfet neyên dayîn ku nehez li dijî mafên me sûdê wergirin û zerer bigihe Herêma Kurdistanê.
Nabe ku cudahiyên me li ser hisabê statûya Herêma Kurdistanê û desthilatên wê yên destûrî û maf û jiyana xelkê Herêma Kurdistanê be.
Gel û niştiman ji cudahiyên me pêştir û pîroztir in.”
Komîteya Navendî ya PDKyê tekez dike ku PDK gelek bi hişyarî û hûrbînî pêngavan ji bo parastina berjewendiyên bilind û statûya Herêma Kurdistanê diavêje.
Di beşeke din a daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku ew piştgiriyê didin gav û hewlên çareserkirina pirsgirêkan ên Serokatiya Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê.