Li Kirmaşanê bi hezaran hektar daristan şewitîn

Hewlêr (Rûdaw)- Îsal ji ber şewatan bi hezaran hektar daristan û zevî li parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê şewitîn.

Îsal çendîn car e daristanên Rojhelatê Kurdistanê dişewitin. Li gor zanyariyan fermî beşa serekeya  ya sedema van agiran jî mirov bixwe ne.

Berpirsên fermî yên Kirmaşanê eşkere dikin ku hin kes ji ber xemsariyê û hin kes jî bi enqest agir bi daristanan dixin û xwezayê ji nav dibin.

Ev dema 3 rojane daristanên herêma Çîkan û Mensûr yên Gêyelanê agir girtine. Xelk û jîngehparêzên Gêyelana Kirmaşanê hewla vemirandina agir didin.

Li aliyê din, qaymeqamî Gêyelanê Elîreza Nezerî jî eşkere dike îsal 250 hektar daristan û 60 hektar zevî li herêmê şewitîne.

Ji ber agir 18 hezar hektar daristanên Zagrosê jî şewitîne.

Şewata herî zêde li herêma Loristan, Îlam, Kirmaşan û Sineyê ne.

Birêveberiya Parastina Jîngehê ya Loristanê eşkere kir ku îsal li herêmê 3 hezar hektar daristan şewitiye.

Li gorî sala borî rêjeya derketina agir li Loristanê ji sedî 255 zêde bûye.