ZAXO - Mexdûrên bombebarana Perexê dixwazin werin tezmînkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Mexdûrên bombebarana seyrangeha gundê Perexê doz Tirkiyeyê vekirin û daxwaza tezmînkirinê dikin.

20ê Tîrmeha 2022yan artêşa Tirkiyeyê seyrangeha Perexê ya nahiyeya Derkarê ya Zaxoyê bombebaran kiribû.

Di encama bombebaranê de ji bilî zererên madî, 9 geştyarên Ereb ên ji başûr û naverasta Îraqê canê xwe ji dest dabû û 26 geştyar jî birîndar bûbûn.

Hejmarek welatîjî piştî wan êrişan koçber bûbûn ku heta niha jî venegeriyane gundê xwe.

Nûçegihanê Rûdawê Xerîb Mecîd li Perexê û doza gundiyên Perexê şopand.

Xwediyê seyrangeha Perexê Meaz Sedîq behsa zerera bombebaranê kir û li ser dozê got:

"Ji ber wê bombebarana Tirkiyeyê zêdeyî 30 seyrangehên me û 4 dukan wêran bûn, 70 hezar dolarên Amerîkî zerera me çêbû.

Ji ber wê me doz vekir."

"Her kesî bi awayekî zerer dît"

Beroj Şeranişî jî yek ji wan kesan e ku doz vekiriye. Beroj Şeranişî wiha got:

"Me daxwaza zerera xwe kiriye, em zerermend bûn. Wekî nimûne xaniyên me çûn, bistanên me wêran bûn, her kesî bi awayekî zerer dît. 

Yê pezê wî hebû, yê mêşên wî hebûn ew hiştin û çûn, yên bîstanên wî hebûn çûn.

Her kesekî bi awayekî zerer dît û hemû jî wekî hevdû ne."

"Em dixwazin werin tezmînkirin"

Emer Şeranişî jî behsa pêvajoya vekirina dozê kir û anî ziman:

"Parêzerek li ser Rûdawê diaxivî, me ew dît û me pê re dest bi danûstandinê kir.

 Em pê re axivîn. Wî ji me re diyar kir ku ew ji bo tezmînkirina me dikare li saziyên Tirkiyeyê dozê veke.

Em ji bo avdanê hatin gundê xwe lê em dîsa vegeriyan.

Xelk dixwaze vegere lê ewlehî nîne xelk ditirse."

Parêzerê ji Bakurê Kurdistanê Hişyar Ozalp pêvajoya dozê daye destpêkirin.

Ew texmîn dike ku eger hemû zerermend dozê vekin dê hejmara dozan bibe nêzîkî 80 hezaran.

"Em dê dozan qezenc bikin"

Parêzer Hişyar Ozalp behsa pêvajoya vekirina dozan kir û da zanîn:

"Ji bo ku pêvajoya yasayî dest pê bike, me serî li parêzgeha Şirnexê daye.

 Eger ew red bikin dê doz biçin Dadgeha Îdarî, eger ew jî red bikin dê biçin Dadgeha Bilind, eger ew jî red bikin dê biçin Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê.

Em ji sedî sed jê bawer in. Eger hemû doz werin komkirin dê hejmara dozan bibe 80 hezar û qerebûkirin jî wê bi kêmanî ji 4 milyon dolaran dest pê bike."

Bi salan artêşa Tirkiyeyê bi hinceta operasyonên li hemberî PKKyê herêmên sînorî yên Herêama Kurdistanê bombebaran dike.

Heta niha Tirkiyeyê 100 baregehên leşkerî ava kirine.

Li gorî raporên Tîmên Aştiyê yên Civakî (CPT), ji 1991ê heta niha li Herêma Kurdistanê 344 sivîlan di bomberanên Tirkiyeyê de canê xwe ji dest daye û 358 kes jî birîndar bûne.