Kekê Narînê hat desteserkirin: Li ser milê wî şûnên gezan hene

Hewlêr (Rûdaw) – Hat ragihandin ku kekê Narîn Guranê hatiye desteserkirin.

Narîn Gurana 8 salî 21ê Tebaxê li Amedê winda bû û ji wê demê ve nehatiye dîtin.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç diyar kiribû ku kesek hatiye desteserkirin.

Li ser milê wî şûnên gezan hene

Li gorî nûçeya DHAyê, kesê desteserkirî kekê Narînê yê 18 salî yê bi navê E.G. ye.

Hat tesbîtkirin ku li ser milê wî şûna gezan heye, dê li Saziya Bijîşkiya Dadî ya Stenbolê lêkolîn bên kirin û dê wî dîsa vegerînin Amedê.

Fermandarê Cendirmeyan ê Amedê Selçuk Yildirim doh gotibû:

“Me gav bi gav her tişt qeyd kiriye, em gelekî nêzîkî encamê ne.

Di destê me de delîlên girîng hene, em dê wî bibînin.”

Herî dawî dema ji kursa Quranê derketiye hatibû dîtin.