Li Wanê baran bariya: Parêzgariyê hişyarî da

29-08-2023
RÛDAW
Nîşan Wan Baran Lehî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê serê sibehê baran bariya û welatiyên li derve zehmetî kişand.

Barana ku li navenda bajêr dest pê kir, di demeke kurt de tesîra xwe zêde kir.

Kesên ku ji bo barînê tedbîra wan tunebû, reviyan hundirê kargehan û wan xwe da ber banê rawestgehên otobusan.

Parêzgariya Wanê jî bi daxuyaniyekê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî hişyarî da.

Parêzgeriyê di daxuyaniya xwe de, ji welatiyên xwest ku li hemberî rewşên neyînî yên wekî lehî, birûsk, teyrok, bayê gur û astengiyên veguhestinê tedbîrên pêwîst wergirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst