ÊLIH – Cenazeyê zarokekî li goristanê hat dîtin

29-08-2023
RÛDAW
Nîşan Êlih Zarok Mirî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Êlihê yê Bakurê Kurdistanê li goristanê cenazeyê zarokekî nû ji dayîk bûye hat dîtin.

Li gorî agahiyan li Taxa Çamlitepeyê, wezîfedarê Goristana Tîlmercê cenazeyê zarokekî nû çêbûye dît û agahî da rayedaran.

Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristiyê û polîs çûn goristanê.

Ekîban tesbît kir ku zarok kur e û nû ji dayîk bûye.

Wan cenaze ji bo otopsiyê bir morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Êlihê.

Polîsan li ser bûyerê lêpirsîn da destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst