Li Nisêbînê otomobîlek wergeriya: 5 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê otomobîlek wergeriya û 5 kes birîndar bûn.

Li nêzîkî gundê Arbetê yê Nisêbînê, otomobîla ku Sabrî A. diajot wergeriya.

Di encama qezayê de 5 kesên di otomobîlê de birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û cendirme û tîmên parastina sivîlan çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar ji otomobîlê derxistin birin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.

Derbarê rewşa birîndaran ti agahî nehatine dayîn.