Nûnerê MSDyê: Têkiliyên wî bi Îran, Sûriye û Tirkiyeyê re hebûn

29-08-2023
Hisên Omer
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan HSD Dêre Zor MSD Dr. Rizgar Qasim Ehmed el-Xebîl Ebû Xewle
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê MSDyê yê Almanyayê Dr. Rizgar Qasim li ser desteserkirin serokê Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê Ehmed el-Xebîl Ebû Xewle ji aliyê HSDyê ve daxuyanî da.

Dr. Rizgar Qasim got, “Eşkere bû têkiliyên wî bi Îran, rejîma Sûriyeyê û îstixbarata Tirkiyeyê re hebûn.”

Hêzên Komandoyên HSDyê ji navçeya Tebqayê ya li rojavayê Reqayê ber bi parêzgeha Dêrezorê ve diçin da ku beşdarî operasyona bi navê “Bicîkirina Ewlehiyê” ya li wê navçeyê bibin.

Ji şeva yekşemê ve hêzên taybet ên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li parêzgeha Dêrezorê dest bi operasyoneke berfireh kiriye.

Serokê Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê Ehmed el-Xebîl Ebû Xewle hatibû desteserkirin

Ji bilî şaneyên DAIŞê, hin grûpên di nav HSDyê de bi xwe jî bûbûn armanca operasyonê.

Di operasyonên HSDyê de serokê Encûmena Leşkerî yê Dêre Zorê Ehmed el-Xebîl Ebû Xewle û çend kesên nêzîkî wî hatibûn desteserkirin.

Ev operasyon û pêwendiya wê bi pêşhateyên siyasî re mijara podcasta îro ya Çavê Sêyem bû.

Li ser pirsa “Bi rastî operasyoneke kurt e yan jî operasyoneke di çarçoveya dariştineke nû ji bo hêzên HSDyê û erkên hêzên HSDyê û kontrola HSDyê li navçeyên rêveberiyê de ye?”

Nûnerê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ê Almanyayê Dr. Rizgar Qasim got:

"Di nav hêzên HSDyê de jixwe gelek caran serkêşên encûmenên leşkerî li deverên cuda cuda tên guhertin.

Sîstemeke wê ya leşkerî heye bi rêkûpêk karê xwe dike.

Mesele em dikarin bibêjin artêşeke biserûber e."

“Têkiliyên wî bi Îran, Sûriye û îstixbarata Tirkiyeyê re hebûn”

Herwiha Dr. Rizgar Qasim li ser pirsa “Behsa wê yekê tê kirin dibêjin ku planeke navherêmî ji bo tevgerê li Rojhilatê Feratê li navçeyên HSDyê hebû û egereke mezin hebû yan jî hatiye eşkerekirin ku ew beşek bû ji vê planê di nav HSDyê de. Heta kîjan dereceyê ev yek rast e?” wiha anî ziman:

"Têkiliyên wî jî eşkerebûn ku di hundirê mehwerê Astanayê de û dewletên di Astanayê de cihê xwe girtibû vê dema dawî çi bi Îranê re, çi bi rejîmê re û çi bi rêya hin kesan re bi îstixbarata Tirkiyeyê re jî hebûn."

5 tebaxê, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî şandeke serokhoz û kesayetiyên parêzgeha Dêrezorê pêşwazî kiribûn.

Li gorî hin çavkaniyên nêzîkî HSDyê, di civînê de endamên şandeya serdanker ji fermandarê giştî yê HSDyê xwestibû ku sînorek ji kiryar û binpêkirinên serokê Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê re bê danîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst