Li Wanê otomobîleke bi plakeya Dihokê qeza kir: 4 kes birîndar bûn

29-08-2023
RÛDAW
Nîşan Wan Qeza Dihok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Payîzavayê ya Wanê ya Bakurê Kurdistanê otomobîleke bi plakeya Dihokê qeza kir û 4 kes birîndar bûn.

Li gor zanyariyan li taxa Xoşabê ya navçeya Payîzavayê ya Wanê otomibêleke bi plakeya Dihokê ji rê derket û qulibî.

Di bûyerê de 4 kes birîndar bûn û birînên 2 kesan giran in.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst