Du zarokên wî ji zikmakî ve astengdar in: Piştî ev zarok mirin dê NY alîkariya me bike?

Hewlêr (Rûdaw) - Mihemed Yasirê ji Rojavayê Kurdistanê ji bo zarokên xwe yên nexweş alîkariyê dixwaze.

Mihemed Yasir ji bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê ye û ev 5 sal in bi hevjîna xwe re li Hewlêrê dimîne.

Mihemed Yasir bavê 3 zarokan e ku 2 ji wan ki zikmakî ve astengdar in.

Ebdulqadir 5 salî û Hela 3 salî ye. Her du jî ne wekî hevalên xwe ne. Ji roja ku Xweda ew dane ji her du pêyan û ziman ketîne.

Mihemed Yasir diyar kir ku ew kasibkar e û mûçeyê wî herî zêde digihîje 400 hezar dînarî.

Lewma ew nikare wekî pêwîst alîkariya zarokê xwe bike û wan tedawî bike.

Yasir ji bo zarokên xwe yên astengdar çend caran serî li Neteweyên Yekbûyî (NY) daye lê heta niha NYyê tu bersiv nedayê.

“Pêwîstiya wan fîzyoterapiyê heye lê aboriya me gelekî xirab e”

Bavê zarokên nexweş Mihemed Yasir got:

“Ebdulqadir nexweşê felca mejî ye û girêkek di pişta Helayê de heye.

Pêwîstiya wan her du yan bi fîzyoterapiyê heye lê rewşa me ya aborî gelekî xirab e.

Lewma heta niha min tu alîkarî ji wan re pêşkêş nekiriye.”

5 sal in ev malbatê ji bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê berê xwe daye Herêma Kurdistanê û li komelgeha Mela Omerê ya Hewlêrê dimîne.

Ji bo wergirtina alîkariyê ji bo zarokên xwe, Mihemedê bav çend caran çûye serdana NYyê lê heta niha ti bersiv wernegirtiye.

“Wê kengî alî me bike? Heta ev zarok bimirin?”

Mihemed Yasir anî ziman “Berî niha min seredana NYyê kir, wan ji min re got divê rewşa te li gorî pêwîstiya te bi alîkariyê hebe daku em alîkariya te bikin.

Ma ji vê rewşê xirabtir heye? Wê kengî alî me bikin? Heta ev zarok bimirin?

Dayika zarokên nexweş Fatima Yasirê got, “Zarokên min nikarin tiştekî bi tena serê xwe bikin lewma pêwîstiya wan bi alîkariyê heye.”

Pêwîstiya Ebdulqadir û Helayê bi çareseriya fîzyoterapiyê heye.

Lê ji ber ku Mihmed kasibkar e, ew nikare hemû pêwîstiyên wan peyda bike.

“Ez nikarim tiştekî ji wan re bikim”

Herwiha Mihemed Yasir diyar kir, “Bi rastî mûçeyê min heta 400 hezar dînarên Îraqî ye.

Eger ez wan ji tedawiyê bibim Hewlêrê, pêwîst e her roj ez 8 hezaran ji vir ve û 8an jî ji Hewlêrê ve bidim, ji bilî 25 hezarên bizîşk. Lewma ez nikarim tiştekî ji wan re bikim.”

Dayik û bavê wan zarokên astengdar ev 5 sal in êş û azaran dikişînin.