Li Erdexanê ji ber bahozê banên xaniyan firiyan: Zerer gihişt otomobîlan

29-08-2023
RÛDAW
Nîşan Erdexan Bahoz Otomobîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erdexanê yê Bakurê Kurdistanê ji ber bahozê banên hinek xaniyan firiyan û zerer gihişt otomobîlan.

Li Erdexanê duh êvarî piştî baranê, bahoz rabû û bandoreke neyînî li jiyana welatiyan kir.

Ba û bahozê şi taxa  Înonuyê ya navenda bajêr û li gundê Sînotê yê navçeya Mardenîkê zerer da banê hin avahiyan.

Ew kelûpelên ku bi tesîra bahozê ji ser banan firiyan li taxa Înonuyê bi ser 2 otomobîlên parkkirî de ketin û zerer gihand wan.

Herwiha ji ber bayê bihêz beşek ji hêlên elektirîka nav bajar jî têk çûn û tîman ji bo çêkirina wan dest bi xebatan kir.

Welatiyê bi navê Bulent Koksoy diyar kir ku ew ji nişkekê ve rûbirûyî bahozê bûn û piştî ku dîtiye banê xaniyên wan firiyane aliyên peywendîdar ji rewşê agahdar kirine.

"Karesateke xwezayî ye"

Bulent Koksoy got li ser bahozê wiha axivî:

“Êvarî bahoz rabû û ban firandin. Wan kelûpelên ku ji banan firayane zerer gihand otomobîla me. Karesateke xwezayî ye.

Me saziyên dewletê agahdar kirin. Me agahî da tîmên parastina sivîlan, parêzgarî û şaredariyê. Bahoz ewqasî bihêz bû hêla elektirîkê jî têk bir. Niha heval hatine û karebayê çêdikin. Zerer mezin e.”

Rayedaran ji ber baran û bahozê hişyarî da welatiyan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst