Dronekê kampa Mexmûrê bombebaran kir

29-08-2022
Sîna Soma
Sîna Soma
Nîşan Kampa Mexmûr Bombebaran PKK Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Droneke artêşa Tirkiyê îro kampa Mexmûrê bombebaran kir.

Li gor zanyariyan, êrîşa ser kampa Mexmûrê îro Duşembê 29ê Tebaxê derdora saet 12:40an pêk hatiye.

Berpirsê Şaxa 23 a Qereçûxê ya Partiya Demokrata Kurdistanê li Mexmûrê Kirmanc Ebdullah ji Rûdawê re ragihand, “droneke Tirkiyê kampa penaberan a li Mexmûrê kiriye armanc û birîndar hene.”

Kirmanc Ebdullah got, “dronê baregeheke çekdarên PKKê li cihekî ku wek taxa 4 tê naskirin, kiriye armanc.”

Medyayên nêzîkî PKKê jî derbarê êrîşa li ser kampa Mexmûrê ragihandine, droneke artêşa Tirkiyê xaniyek li wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî bombebaran kiriye.

Li gor zanyariyan, cihê ku hatiye armanckirin li navenda kampê  bûye.

Li gor medyaya nêzîkî PKKê, di êrîşa ser kampê de “kesekî sivîl” bi navê “Ebu Zêd Ebdullah” birîndar bûye û piştî ku rakirine nexweşxaneyê, canê xwe ji dest daye.

Rêveberiya Kampa Mexmûrê hêj derbarê êrîşê û zirarên wê de daxuyanî nedaye.

Herwiha ti aliyeke fermî yê hikûmeta Iraqê jî ku kampa Mexmûrê li sînorê di bin kontrola wan de ye, hêj derbarê êrîşa îro de ti daxuyanî nedane.

Di 5ê Tîrmeha îsal de jî droneke Tirkiyê kampa Mexmûrê bombebaran kiribû. Herwiha di 21ê Gulana îsal de jî Tirkiyê bi rêya dronekê êrîşî wê kampê kiribû û di encam de 2 kesan canê xwe ji dest dabûn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst