Ciwanekî ji Girkê Legê di rêya Ewropayê de canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) – Xortekî ji bajarokê Girkê Legê yê Rojavayê Kur di rêya koçberiyê de canê xwe ji dest da.

Li gor zanyariyan, ew ciwan ji pêkhateya Ereb a Rojavayê Kurdistanê û ji eşîra Şemer e û navê wî Ebûd Zêdan e.

Malbata Ebûd Zêdan ku xelkê bajarokê Girkê Legê yê parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê ye, ragihandiye ku Ebû Zêdan di rêya koçberiyê de û dema ku ber bi Almanyayê ve di rê de bûye, canê xwe ji dest daye.

Li gor heman çavkaniyan, Ebûd Zêdan di daristanên Yunanê de canê xwe ji dest daye.