Şingal: Droneke Tirkiyê otomobîlek bombebaran kir

Hewlêr (Rûdaw) - Li Şingalê nêzî sînorê Rojavayê Kurdistanê otomobîlek ji aliyê firokeyeke bê firokevan ve hate armanckirin, rayedarekî Şingalê ragihand ku kuştî û birîndar hene.

Roja Duşemê 29ê Tebaxa 2022an, droneke ku tê îdiakirin a Tirkiyê ye li sînorê navçeya Şingalê otomobîlek kiriye armanc. Berpirsekî pilebilind ji Rûdawê re got, “Firokeyeke bê firokevan a Tirkiyê otomobîlek li Şingalê li nêzî sînorê Sûriyê kiriye armanc, otomobîl şewitiye, hejmara kuştî û birîndaran ez nizanim lê bê guman çend kes tê de bûn, heta niha ne diyar e ku ew ji kîjan hêzê ne.”

Dije Terora Kurdistanê jî di daxuyaniyekê de ragihand, “Îro Duşemê di demjimêr 17:40an de firokeyeke bê firokevan a Artêşa Tirkiyê li nêzî gundê Behravayê ku di navbera Xanesor û Bara ya Şingalê de ye otomobîleke PKKê bombebaran kir. Li gorî agahiyan, di encama bombebaranê de 4 PKKyî hatine kuştin.”

Li gorî agahiyên Rûdawê, ti birîndar bo nexweşxaneya Sinûnê ya Şingalê nehatine veguhestin.

Ev bûyer piştî wê yekê tê ku îro Duşemê dronên Tirkiyê Kampa Mexmûr a li navçeya Mexmûrê kir armanc. Berpirsê Liqa 23 ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Mexmûrê Kirmanc Ebdullah ji Rûdawê re ragihand, “Firokeyê baregeheke PKKê li Mexmûrê kiriye armanc ku ew cih wek Taxa Çar tê zanîn.”

Medyaya nêzîkî PKKê jî li ser êrîşa dronî ya Tirkiyê ya li ser Kampa Mexmûrê got, “Di bombebaranê de kesekî bi navê Ebû Zeîd Ebdullah ê bavê 6 zarokan canê xwe ji dest da.”