Li Mûşê gamêşên ji ber germê aciz dibin di çem de hênik dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Bi bilinbûna pileyên germahiyê re, xelk ajelên xwe dibin ser av û çeman. Li bajarokê Dêrxasê yê parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê jî ajeldar gamêşên xwe dibin nava avê.

Mûşa ku ji ber ba ya xwe a sar û seqa ya hênik salane herî zêde koçerên ajaldar berê xwe didanê, îsal rastî germayê hatiye û rewşa xelk û ajaldarên wê zehmet kiriye.

Gavanên ku diçin ber gamêşan garanê serê sibehê di mêrg û mexelan de diçêrînin, danê nîvro di kelekela germê de jî ji bo ku hênik bibin, wan dibin ser çemê bajarokê Dêrxasê.

Ji şêniyên gund Kamil Sayilgan diyar kir ku îsal germ zêde bûye û got: “Wekî hûn jî dizanin îsal li gorî salan germtir e û carinan pileya germahiyê 40 jî derbas dike. Ji ber vê yekê eger ev gamêş ne di nav avê de bin nikarin bijîn.”

Gavan gamêş çend saetan di çem de hênik dikin, paşê heta êvarê wan diçêrînin.

Li gorî amarên kovara Park, li parêzgiha Mûş a Bakurê Kurdistanê 1.2 milyon ajalên biçûk û 337 hezar ajalên mezin hene.