Hestiyên Hakan Arslan di telîsekî de radestî bavê wî hatin kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Hestiyên Hakan Arslan ê ku di dema qedexeya derketina derve ya di 2ê Kanûna 2015an de li navçeya Sûrê ya Amedê hatin ragihandin de di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 7 salan di telîsekî de radestî bavê wî kirin.
Di Mijdara 2021an de derketibû holê hestiyên ku ji sedî 95 ên Hakan Arslan in, ji Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê şandin Edliyeya Amedê.
Hat ragihandin hestiyên Arslan ên ku roja Pêncşemê gihiştin Edliyeya Amedê, ji wê rojê ve li odeya dozgerê ku bi dosyayê re mijûl dibe dihat ragirtin.
Li ser agahdarkirinê bavê Hakan Aslan, Alî Riza Aslan ji Erzeromê hat Amedê û çû Edliyeya Amedê.
Hestiyên Hakan Aslan di telîs de radestî bavê wî hat kirin. Alî Riza Aslan piştî ku hestiyên kurê xwe wergirt, ji bo defnkirinê ber bi Erzeromê ve bi rê ket.
Piştî 5 salan cenaze hatibû derxistin
Nasnameya cenazeyê ku 5 sal piştî qedexeya derketina derve û operasyonên li navçeya Sûrê ya Amedê di navbera salên 2015-2016an de hat dîtin, diyar bû.
Tîmên ku li Taxa Hasirliyê ya li qada navbera Dêra Katolîk û Mizgefta Hasirliyê kolandinê dikirin, di 7ê Sibata 2021an de rastî hestiyên ku di bin axê de veşartî hatin.
Hestiyên ku birin morga Saziya Tiba Edlî, li ser zanyariyan guman hat kirin dibe ku yên Hakan Arslan bin.
Malbata Arslan a li Erziromê dijî, bi hinceta dibe ku cenaze yê kurê wan be, serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê da.
Li ser daxwaza ji bo diyarkirina nasnameyê, nimûneya DNA'yê ya ku di sala 2016'an de ji bav Alî Riza Arslan hatiye girtin ji sedî 60 bi ya Hakan Arslan re bûye yek. Lê ji bo naskirina teqez ya nasnameyê, di destpêka meha Cotmehê de bi fermana serdozgeriyê ji dayika Melîke Arslan ji bo testa DNA'yê nimûneya xwînê hat girtin.
Hat diyarkirin ku li gorî encama ku di 18ê Mijdara 2021an de derketiye, ji sedî 95 DNA lihev hatine ku cenaze yê Hakan Arslan e.