Dilşad Şehab: Divê pêwendiyên Kurdên Rojava li gel welatan baş bin

29-08-2021
RÛDAW
Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab
Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab
Nîşan Dilşad Şehab Emmanuel Macron Nêçîrvan Barzanî Kurd Rojava Fransa Kurdistan Serdana Macron
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab dibêje, “Macron xwest peyamekê derbarê pêgeha Kurdistanê bigihîne” tekez kir, “Divê pêwendiyên Kurdên Rojava li gel welatan baş bin.”

Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Dilşad Şehab beşdarî bultena Rûdawê bû û behsa girîngiya serdana Serokê Fransayê Emmanuel Macron a bo Herêma Kurdistanê kir.

 ragihand, girîngiya hatina Serokê Fransayê bo Herêma Kurdistanê ew e ku Emmanuel Macron bi aşkere dixwaze bi beşdarbûyên Lutkeya Welatên Cîranên Iraqê û dewleta Iraq û cîhanê re jî bêje ku ew Iraqa ku hemû çaverê dikin, bê roleke bi bandor ya Herêma Kurdistanê nayê bicîkirin.

Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê herweha behsa girîngî û sûda serdana Serokê Fransayê ya bo Herêma Kurdistanê ji bo xelkê Rojavayê Kurdistanê jî kir.

Dilşad Şehab tekez kir, berî her tiştî divê Kurdên li Rojava bingeheke xweş çêbikin û bibe “cihê azadiya siyasî û pêwendiyên baş li gel dostên gelê Kurdistanê hebe.”

Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê, diyar kir, herwiha divê êdî ji wê qonaxê derkevin ku karê Kurdên Rojava nebe heta hetayê li dijî terorê şer bikin, “divê derbasî qonaxa xwebirêvebirinê bibin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst