Li Îdirê xeta boriya gaza sirûştî teqiya: 4 kes birîndar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li Îdira Bakurê Kurdistanê makîneya kar xeta gaza sirûştî teqand û du encamê de 4 kes ji ber teqînê birîndar bûn.
Li gor agahiyên hatin bidestxistin, makîneyeke kar a ku ji bo çêkirinaser di navbera Îdir-Agiriyê dixebitî, bû sedem ku xeta boriya gaza sirûştî biteqe.
Ji ber teqaîna xeta boriya ku pêwîstiya gaza sirûştî ya Herêma Pîşesaziya Organîze ya Îdirê û Firokexaneya Îdirê pêk tîne, çar kesên li wê derê birîndar bûn.
Birîndar bi ambûlansan bo Nexweşxaneya Dewletê ya Îdirê hatin veguhestin. Hat zanîn ku rewşa birîndaran baş e.
Waliyê Îdirê Huseyîn Engîn Sariîbrahîm û şanda pê re çûn cihê bûyerê û li herêma bûyerê lêkolîn kirin.
Derbarê bûyerê de lêpirsîn hate destpêkirin.