Nêçîrvan Barzanî: Aşûra fersendek e bo dîtina çareseriyê ji bo pirsgirêkan

29-08-2020
RÛDAW
Nîşan Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Aşûra Bûyera Kerbelayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê ragihand, bibîranîna bûyera diltezîn a Aşûra fersendek e ji bo dîtina çareseriya destûrî ji bo pirsgirêkan.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Şemiyê, 29.08.2020, li hejmara xwe ya Twitterê bi boneya roja Aşûra û bûyera Kerbelayê peyamek belav kir.

Di wê peyama xwe de Serokê Herêma Kurdistanê dibêje, “Bibîranîna bûyera diltezîn a Aşûra û bîrkirina li wateya wê ya mirovî ya kûr di qurbanîdan, dilsozî û buhayên bilind de, fersendek e bo wanefêrbûna ji bo yekxistina rêzan û redkirina nakokiyan bo rûbirûbûna krîzan, astengan û dîtina çareseriya destûrî bo pirsgirêkan, heta ku seqamgirî, geşekirin û jiyana asûde li Iraqê pêk tê.”

 

 

Aşûra ji roja dehem a meha Muherren a rojjimêra koçî çavkanî werdigire, ji ber şehîdbûna Husênê kurê Elî, neviyê Muhemmedê pêxemberê Îslamê di sala 61ê Koçî li bajarê Kerbela li Iraqê, bawermendên Şîe her sal di Roja Aşûra de şehîdbûna Husênê kurê Elî bibîr tînin ku yek ji diyartirîn îmamên Şîe ye.

Merasîmên bîbiranîn û matema bûyera Aşûra li Iraqê şeva derbasbûyî, 28.08.2020, dest pê kir û îro bi dawî tê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst