PDK bo Duran Kalkan: Çîrokên we yên xeyalî nîşaneya îflasa siyasî ye

29-08-2020
RÛDAW
Nîşan PDK PKK Duran Kalkan Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), bi daxuyaniyeke nivîskî bersiva îdiayên Edamê Komîteya Rêveber a Partiya Karkerên Kurdistanê Duran Kalkan da û ragihand ku“Dema her derfetek ji bo pêşxistina pirsa Kurd hatibe pêş, hûn li dijî wê tevgeriyane.” PDK herwiha bo Duran Kalkan dibêje: “Çîrokên we yên wehmî nîşaneya îflasa siyasî ye.

Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya PDKê di daxuyaniyekê de ku li ser malpera fermî ya PDK, kdp.info yê hatiye belavkirin bersiva îdiayên Edamê Komîteya Rêveber a PKKê Duran Kalkan da.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku piştî Hevserokên KCKê Cemîl Bayik û Besê Hozat bi îdiayên xwe yên li dijî Herêma Kurdistanê û PDKê serkevtî nebûn, vê care Duran Kalkan û tîmeke PKKê hewl didin bi gotinên necih PDKê tohmetbar bikin.

Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya PDKê dibêje: “Pirsgirêka vê tîma PKKê ew e ku di nav jîngeha xeyalê (wehm) de xeniqîne û ji aliyê fikrî ve îflas kiriye. ”

PDK amaje bi wê yekê dike ku divê ew helwesta wê tîma PKKê ya li dijî destkevtiyên Kurdan bê eşkerekirin û dibêje: “Dixwazin şkestina xwe yên siyasî bixin stuyê me. Evana bi her cûre destkefteke siyasî ku Kurdan li herêmê tomar kiriye, gelek qels in, an her derfetek bo pêşxistina pirsa Kurd hatibe pêş, li dijî vê pirsê tevgeriyane. Loma vê carê jî ji bo nixumandina rabirdûya xwe, dixwazin xwe têxin nav serobinkirina dîroka herêmê û bi bêhêviyeke mezin dest bi hinek daxuyaniyên nelicih kirine, ku daxuyaniyên bi vî rengî her ji aliyê vê tîmê ve tê belavkirin.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de hatiye gotin ku PKK baş dizane ku PDK weke partiyeke cemawerî û meydanî di têkoşîna siyasî de û di dîroka herêmê de xwedî rûpelên birûmet ên herî mezin ên Kurdistanê ye.

Ew dezgeha PDKê bang li Duran Kalkan dike û dibêje: “Di edebiyata PDKê de serweriya gel, têkoşîn û berxwedana ji bo Kurd û Kurdistanê bi berdewamî di nava PDKê de bi dest ket. Li Rojhilata Navîn nasnameya Kurdayetiyê dirust kir û parast. Ji bo berjewendiyên welatên li herêmê xelk nekuştiye û li ber çarenivîsa gel nebûye asteng. Heta niha jî  hûn bi ferhenga Kurdî naaxivin û fêrî zimanê Kurdî jî nebûne, hûn ji me re nabêjin çima bi navê Kurdan diaxivin û ji bo çi li vir in?”

PDK di berdewamiya daxuyaniyê de dibêje: “Bînin bîra xwe ku we di beyannameya xwe ya navxweyî de ji çend xelkên ser sînorî re digot, li ser sînoran pirsgirêk derxin ligel Tirkiyê, da ku artêşa Tirkiyê were nav Kurdistanê û baregehên PDK û partiyên din ji holê rake û piştre dema artêşa Tirkiyê vekişe, PKK dewsa wan bigre, ev e endezyariya şer û alîkarîkirina artêşa Tirkiyê û tevgera ligel wan.”

PDK behsa serfiraz xwe dike ku bi dehan salan serkirdetî û pêşengiya tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê kiriye û dibêje: “Me ji bo vê bi hezaran şehîd pêşkêşî gel û neteweya xwe kirine.”

PDK amaje bi wê yekê dike ku sedema hebûna artêşa Tirkiyê li nav axa Herêma Kurdistanê PKKê bûye û dibêje: “Eger çend baregehên Tirkiyê li Herêmê hebin, çend cih dagir kiribin, hûn sedema rakişandina Tirkiyê û vê dagirkeriyê ne. Ji bilî vê jî, we bi xwe bi sedan gund û dever dagir kirine, ne jê vedigerin xelkê wan deveran bi aramî bijîn, ne jî rê didin Hikûmeta Herêma Kurdistanê xizmetguzarî bigihîne wan deveran.”

Di heman demê de PDK rexne li helwesta PKKê ya li Rojavayê Kurdistanê digre û radighîne: “Li Rojavayê Kurdistanê, bi şahidiya xelkê Rojava, diyar e ku rola we ya têkder sînorê xwe biriye heta ku derê. Revandina keç û xortên xelkê, zindanîkirin û êrîşkirina ser xwepêşandanên xelkê Rojava ku di dema Newroz û boneyan de dikirin, dagirtin û şewitandina Ala pîroz a Kurdistanê û piştre daliqandina wêne û peykerê rejîma Sûriyê, ji niha ve em dibînin li Rojavayê Kurdistanê ji ber karên we yên têkder, rewatiya we di nav xelkê xwe de ku berê li cem we bûn, nemaye.”

Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya PDKê çûna Hêzên Pêşmerge yê Kurdistanê bi fermana Serok Mesûd Barzanî ya ji bo parastin û rizgrkirina Rojavayê Kurdistanê û Kobaniyê bibîr dixe û dibêje, pêşmerge rewş guhert DAIŞ li Rojavayê têkbir û piştre jî li Herêma Kurdistanê efsaneya wê rêxistinê şikand.

PDK herwiha dibêje ku tevî destwerdanên PKKê, danûstandinên Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurd (PYNK) bi awayekî serkevtî berdewam in û ew  dikarin li ser bingeha rêkeftinên Duhok û Hewlêrê bigihin encamên baş, ku sûda wê ji bo xelkê Rojavayê Kurdistanê heye.

Derbarê kiryarên PKKê li Bakurê Kurdistanê de jî PDKê dibêje ku PKKê bûye sedema derfeta aştiyê ji dest biçe û di şerê xendeqan de dema Kurdan li ser ekranên televîzyona diker hawar, ew belge bo nîşandana encamên kiryarên PKKê bes e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst