AGIRÎ - Pira Belek tê restorekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Pira Belek a li Agiriya Bakûrê Kurdistanê, bi sedan sal e li ser lingan e û ji nû ve hat restorekirin.


Pira Belek a li navçeya Bazîda Agiriyê, ji aliyê Mîrê Kurd ê Bazîdê Mîr Mihemed Pîr Bela ve hatiye çêkirin. Pîr Bela ev pir bi hostayên ku dê Qesra Îshak Paşa çêbikirina, daye çêkirin.




Tevî ku dîroka çêkirina wê bi teqezî nayê zanîn jî, dîroknas diyar dikin ku ev pir, sala 1674an de hatiye çêkirin. Dirêjahiya vê pirê 34 metre, firehiya wê 4 metre û nîv û bilindahiya wê jî 5 metre ye.


Dîroknas radigihînin ku di heyama avakirina beşa yekem a Qesra Îshak Paşa de, bi mebesta veguhastina kevirên reş ji Çiyayê Agiriyê bo wê deverê hatiye çêkirin.




Pira ku bi dem re ziyan gihiştibûyê, ji aliyê Rêveberiya Herêmî ya 12mîn a Rêyên Bejahî ya Erziromê ve bi reng û dirûvê wê yê berê hatiye restorekirin.