Êdî li Siûdiyê xwaringeh ji ber nimêjê nayên girtin
Hewlêr (Rûdaw) - Berî 3 salan polîsên Erebistan Siûdiyê li nav bazar û molan digeriyan û her dikaneke di dema nimêjê de vekirîba, ew dihate ceza kirin, ango hewl didin ku bi zorê xelk dikanên xwe bigrin û berê xwe bidin mizgeftan. Lê niha berpirsên Siûdiyê dixwazin bi rêya pêşxistina bazarê û sektorên azad, di warê petrolê de, aboriya xwe vejînin, wê yekê jî rê xweş kiriye, da ku ew welat zêdetir vekirî bimîne.
Xwaringeheke li Mola El Nexîl li Riyadê ku taybet e bi amadekirina hamburger, karek kiriye berê li Siûdiyê nedihat dîtin. Ew jî di dema banga nimêjê de herdem vekirî dimîne. Herwiha di dema bangbêj daxwazê ji misilmanan dike berê xwe bidin mizgeftan, hemû dikan deriyên xwe digirin, lê ev xwaringeha biçûk biryar daye di dema bangê de deriyê xwe negir e.
Rêveberê xwaringehê Fransîs dibêje: “Niha wiha çêbûye, ku di dema banga nimêjê de dikan vekirî bimînin. Em tenê dibînin, kirryar û serdankerên me zêdetirin, û berî dema bangdayînê daxwaza xwarinê dikin.”
Meha borî berpirsên Siûdiyê bo pêşxistina aboriya xwe û piştîvanîkirina bazarê, biryar dan ku hinek dikan û firoşgeh dikarin li beramberê hinek pere 24 demjimêran vekirî bin. Lê biryara karbidestên Siûdiyê diyar nekir, ka gelo dema nimêjvexwendinê de jî li xwe digire ya na. Ji ber vê yekê jî di dema nimjvexwendinê de tevlîhevî çêbûye. Li Mola El-Nexîl li Riyadê di dema nimêjvexwendinê de dikan digirin, lê bi dehên kofe Şop û xwaringeh vekirî dimînin.
Xwediyê xwaringehê Ebdullah Ehmed jî got: “Bi rastî vê biryarê qazanc gihandiye me, kirryarên me zêde bûne, pereyên me zêde bûne. Ev jî beşeke ji nerîna 2030ê ye.”
Mayîna vekirina xwaringehan li Siûdiyê tevlîhevî li pey xwe aniye. Beşekî welatiyan pêşwaziyê li vî karî dikin, û beşekî din dijî vekirina dikanan in.
Niştecihekî Riyadê jî dibêje: “Ev nerîn bi min gelekî baş e, ji ber piraniya karker û karmendên dikanan di dema nimêjvexwendinê de li vê derê dimînin. Ji ber vê yekê jî sûdê zêdetir ji demê werdigirin.”
Keseke din jî dibêje: “Ez dijî vekirina dikanan im di dema nimêjkirinê de. Divê piştî nimêjkirinê dikan vekin, bi nerîna min ew baştirîn dema jiyana min e li Siûdiyê.”
Berî sê salan polîsên Siûdiyê li nav bazar û molan digeriyan, û her dikanekê di dema nimêjkirinê de negirtibaya ew ceza dikirin, bi zorê dikirin ku xelk dikanên xwe bigirin, lê niha berpirsên Siûdiyê dixwazin bi rêya pêşxistina bazarê û sektorên azad di warê petrolê de aboriya xwe vejînin, vê yekê jî rê xweş kiriye, daku dikanên vî welatê Islamî zêdetir vekirî bimînin.