YNK û Komela Îslamî li Hewlêrê civiyan

29-08-2018
RÛDAW
Nîşan YNK Komela Îslamî Hewlêr Civîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Şandeke payebilinda Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) îro li Hewlêrê serdana Komela Îslamiya Kurdistanê kir û bi rayedarên wê partiyê re civiya.

 

Piştî ku di her du rojên bihorî de, li bajarê Silêmaniyê şandeke payebilind a YNKê bi bi awaykê cuda ji hev li gel Tevgera Goran, Hevpeymaniya Bo Demokrasî û Dadperwerî û Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê civiyabû, îro şanda wê partiyê li bajarê Hewlêrê serdana baregeha Komela Îslamiya Kurdistanê kir û bi berpirsên Komelê re jî civiya.

 

Peyamnêrê Rûdawê li Hewlêrê Senger Ebdurehman ragihand: “Armanca serdana YNKê bo cem wan 4 aliyan, du mijaran li xwe digre, yekem mijara yekrîziya hêzên siyasî yên Kurdî ye û ya duyem jî pêkanîna şandeke hevbeş a hemû aliyan bo serdankirina Bexdayê, daku bi hev re di danûstandinên rojên bihê de beşdar bibin, ku wisa xuya ye danûstandinên berfireh jibo avakirina mezintirîn fraksyona parlamentoyê bi armanca pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê dest pê bike.”

 

Peyamnêrê Rûdawê herwiha dibêje, Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û Partiya Demokrata Kurdistanê rêkevtin e jibo ku ew çar alî jî bibine nav bereya xwe û pêkve biçin Bexdayê, çimku hem Sunnî di bereyeke hevbeş de civiyane û hem jî Şîe xwe di nav du bereyên bihêz de birêxistin kirine. Aliyê ku di vê navberê de ji hev cuda tê dîtin û dabeşbûn di navbera wan de heye, Kurd in.

 

Biryar e roja înê, şanda YNK û PDKê biçin Bexdayê, lewma hewl didin ku ew her çar alî (Goran, Komel, Yekgirtû û Hevpeymanî) beşek ji şanda hevbeş a Kurdî bin, daku pêkve biçin Bexdayê û bi aliyên din ên Iraqî re danûstandinan bikin.

 

Peyamnêrê Rûdawê herwiha amaje bi wê yekê jî dike, ku biryar e ji îro ve şanda PDKê bi heman mebestê serdana aliyên siyasî yên Kurdistanî bike.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst