Malbata girtiyê siyasî Emîr Hamid di rewşeke xirab de dijî

29-08-2017
Rengîn Şero
Rengîn Şero
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Malbata girtiyê siyasî di zindanên Rêveberiya Xweser de Emîr Hamid li kampa Quştepe di rewşeke pir xirab  de dijî.

 

Hevjîna Emîr, li gel 4 keçên xwe  û 4 endamên din yên wê malbatê di nav konekî de bê ku ti kes alîkariya wan bike, bi zehemtî rojên xwe derbas dikin.

 

Jinên wê malbata bê xwedî, ji bo peydakirina debara jiyana xwe, diçin karê cotkariyê dikin, dayika Emîr jî kêm endame.

 

Sîham Ehmed  hevjîna Emîr Hamid dibêje heta niha kesekî ne ji nêzîk û ne ji dûr ve li rewşa wan nepirsiye.

 

Çavên zarokan şikestineke kûr nîşan didin, êdî ew bîra jiyana xwe ya zehmet dibin û hest bi wê yekê dikin ku çiqasî dijwar e dapîra wan bikare cihê bavê wan dagire. Zarok biçûk bûn dema Emîr ew bi tenê hiştin û çû. Niha jî mezin bûne û bavê wan ji wan re bûye bîranînek.

 

Gulyar keça Emîr ya mezin e û temenê wê 11 ye û dibêje dapîr û dayîka wê nikarin pêwîstiyên wan bicî bînin û ew dixwaze bavê wan vegere di nav de.

 

Dibe ku Emîr dûrî destan be û kes nikaribe alîkariya wî bike, lê zarokên Emîr û malbata wî li Kampa Quştepeyê ne û nêzîkî destan e û her kes dikare destê alîkariyê dirêjî wan bike û hinekî valahiya nediyariya bavê wan tije bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst