Li kampa Dareşekranê keçek bû mînaka serkeftinê

29-08-2017
RÛDAW
Rûrdaw
Rûrdaw
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sûmeye Ebdilrehman keçeke koçber a Rojavayê Kurdistanê ye, dixwaze ku hêvîekê bide wan penaberên ku heman derd û azar dîtine da ku siberojeke geş bi dest ve bînin.

 

Sûmeye Ebdilrehman li nav konekî koçberiyê de li kampa Dareşekranê wekî hezarên koçberên din bi sedema şer û komkujiyan neçar bûbûn ku dev ji mal, milk û xwendina xwe berdin û berê xwe bidin rêyên penaberiyê.

 

Ew keç xwe amede dike ku li zanîngehên Hewlêrê xwendina xwe ya bilind temam bike.

 

Sûmeye Ebdilrehman dibêje ku rewşa zehmet jê re nebûye astengî û ew rijd e ku siberoja xwe bi destê xwe ava bike.

 

Burs an ku menheyeke xwendinê ji bo vê keçê hatiye dayin da ku qonaxa zanîngehê li Hewlêrê bixwîne.

 

Sûmeye Ebdilrehman ji Rûdawê re wiha got: “" Ez di rewşeke pir xerab de bûm, dema ev burs ji min re hat. Wê bursê ez handam û hişt ku baweriya min bi min zêde bibe û ez bixwînim û xwendina xwe berdewam bikim."

 

Ji vê yekê zehmettir jî ew e ku bavê Sûmiye di bûyerên Sûriyê de bi giranî birîndar bûbû û heta niha jî derdê wê birînê dikişîne û ev yek jî barê li ser milê Sûmeye girantir dike.

 

Niha Sûmeye bi erka bavîtiyê ji bo malbateke 10 kesî radibe. Tevî derd û azaran, wê bursa xwendinê bi dest xistiye da ku bawernameyê ji zanîngehên Hewlêrê werbigire.

 

Sûmeye, di çarçoveya alîkariyên Rêxistina Albert Einstein a almanî ji bo destpêşxeriya penaberan, ev derfet bi dest xistiye.

 

Sûmeye Ebdilrehman wiha domand: “Bila penaber nebijin nîrên zehmet asteng in, nîrên me teva zehmet in, lê tevî van nîrên zehmet, bila bawerî û xewna wan hebe, bila dev ji xewna xwe bernedin, çimkî bi zanistê, ew dikarin bipêşbikevin û jiyana xwe biguhêrin û siberroja xwe bi destê xwe dabîn bikin. Ew dikarin her tiştî biguhêrin."

 

Bernameya Rêxistina Albert Einstein alîkariya 8 hezar penaber li hemû cîhanê kiriye. Sûmeye jî dixwaze ku bibe nimûneyeke serkeftî ya penaberan ku tevî hemû karesatan karîbû jiyana xwe bi erênî biguhêre.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst