Li Colemêrgê şer berdewam e: 2 efser hatin kuştin
Navenda Nûçeyan – Li navçeya Şemzînana Colemêrgê di şerî de 2 efserên Artêşa Tirk hatin kuştin.
Li herêma bajarokê Rûbarekê ya Şemzînaê şer duh di navbera gerîlayên PKKê û leşkerên Artêşa Tirk de derketî hêj berdewam e.
Li gor agahiyan, di şerê vê sibê de 2 çawişên pispor hatin kuştin.
Ji Fermangeha Komandoyan a Colemêrgê helîkopterên çûne cihê pevçûnan.
Tê gotin şer bi awayekî dijwar berdewam dike.