ENIYA ŞER – ‘Ev xendek ne sînorê Kurdistanê ye’

Xazir (Rûdaw) – Hêzên Pêşmerge li Eniya Xazirê xendekan dikole. Berpirsê eniyê jî dibêje “Ev xendek ji bo parastinê ye, ne ji bo diyarkirina sînorên Kurdistanê.”

 

Piştî serkeftina dawî ya operasyona rojhilatê Mûsilê û 11 gundên eniya Xazirê û Guwêrê, xendekek nû tên kolandin. Kûrahiya xendekê 2 metre û dirêjahiya wê jî 3 metre ye.

 

Berpirsê Eniya Xazirê Arif Teyfûr ji Rûdawê re got, “Me seranserê Eniya Xazirê kire xendek. Ev xendek ji bo parastinê ye. Ev xendek ne sînorê Kurdistanê ye. Hê maye ku em sînorên Kurdistanê diyar bikin.”

 

Cîgirê Fermandarê Pêşmerge li Eiya Xazirê Mihemed Kananî jî diyar kir ku hê jî 54 gundên kurdên Şebek li rojhilatê Mûsilê di destê DAIŞê de ne û divê ew jî bên rizgarkirin.

 

Niha Hêzên Pêşmerge ji Çiyayê Zerdek a rojhilatê Mûsilê ve, tenê 18 kîlometreyan dûrê vî bajarî ne.

 

Hemû amajeyên siyasî û leşkerî diyar dikin ku “şerê Mûsilê dê sînorên Kurdistanê û Iraqê jî diyar bike.”

 

Dirêjahiya bereya şer a rojhilatê Mûsilê 50 kîlometre ye.

 

Niha hêzek ji kurdên Şebek jî xwe amade dikin ku ligel pêşmerge li van sînoran Ala Kurdistanê hilgirin.