Facebooka siyasetmedarên kurd tên girtin
Rûdaw (Stembol) - Di navbera 6ê Temmûzê û 12ê Tebaxê de nêzîkî 10 rûpelên Facebookê bi biryara Facebookê hatin girtin. Ev rûpel bi giştî yên siyasetmedarên kurd bûn.
Rojnamevana Radîkalê Ezgî Başaran derbarê vê meseleyê de 12ê Tebaxê nûçeyekê nivîsî. Rêvebirê Facebookê Richard Allan (Director of Facebook Policy in Europe) bi rêya Telekonferansê pirsên rojnamevan Ezgî Başaran bersivandiye.
Allan wiha dibêje; “Derbarê van rûpelan de şikayet gelekî zêde hatine. Di hemû rûpelan de bi giştî pesindana rêxistina terorê hebûne û ev yek ne li gorî standardên Facebookê ne. Mînak parvekirina al û remzên rêxistinên IRA, ETA, FARC û PKKê ne li gorî qaîdemê ne. Sedema girtina rûpelan ne ji ber fealiyetên siyasetmedarên kurd bûn. Li gorî me bikaranîna al û remzên PKKê derbaskirina qaîdeyên me ne. Parvekirina her tiştê PKKê sedema girtinê ye’
Herwiha Allan dibêje ew bi polîs re jî hevkariyê dikin. Heke emniyet IPyekê bixwaze ew lêkolînê dikin û li gorî encama lêkolînê ew IPyê didin rayedarên polîsan.
Richard Allan