HUDA PAR: Em êrişa li dijî nivîsên Kurdî şermezar dikin

Duh li 05:33
RÛDAW
Nîşan HUDA PAR Nivîsên Kurdî Cade Amed Wan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – HUDA PARê derbarê jêbirina nivîsên Kurdî yên li ser cadeyan ragihand ku ew êrişa li dijî zimanê Kurdî şermezar dikin.

Li Amedê û Wanê nivîsên Kurdî yên li ser kolanan ji bo hişyarîya ajokaran hatine nivîsandin, ji alîyê hinek kesan ve hatine reşkirin.

Şaxa Amedê ya Partiya Doza Azad (HUDA PAR) nerazîbûna xwe li hemberî vê yekê nîşan da û ew kiryar û şermezar kir.

“Zimanê dayikê di ayetan de de cih girtiye”

Şaxa Amedê ya HUDA PARê li ser hesabê xwe yê Xê wiha got:

“Nivîsên Kurmancî yên ku li ser xaçerêyên peyayan hatibûn nivîsandin, pêşî li Wanê û niha jî li bajarê me Amedê bi destê provokatoran hatin jêbirin û nivîsên nîjadperest hatin nivîsandin.

Em vê êrîşa li dijî Kurdî ku zimanê zikmakî yê piraniya herêma me ye, şermezar dikin.

Divê neyê ji bîr kirin ku zimanê dayikê wekî şîrê dayikê helal e û di ayetên Rebê me de cih girtiye.”

Gava ku kesek çavên xwe digire, roj winda nabe, tenê dikeve di nav tarîtiya cîhana xwe de.

Em bangî rayedaran dikin ku ji bo aştiya herêma me van provokatoran eşkere bikin.”

Çi bûbû?

Li Amed û Wanê piştî ku şaredarî ji aliyê DEM Partîyê ve hatin bidestxistin, ev nivîs hatibûn nivisandin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li ser hinek rê û cadeyên sereke yên Amedê ligel Tirkî hişyariyên bi Kurdî yên trafîkê “Pêşî Peya” û "Hêdî" jî hatibûn nivîsandin.

Li navçeya Rezan a Amedê, li Cadeya Gewranê nivîsa trafîkê ya “Pêşî Peya” û "Hêdî" ji aliyê hinek kes an kesan ve bi boyaxa reş jê hat birin.

Hefteya borî jî li parêzgeha Wanê hinek kes an kesan hişyariyên Kurdî yên trafîkê jêbiribûn û li şûna wan gotinên nijadperestî yên bi Tirkî nivîsandibûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Şaredariya Êlihê yekem Xwaringeha Gel vekir / Wêne: Şaredariya Êlihê

Şaredariya Êlihê yekem Xwaringeha Gel vekir: 3 cor xwarin bi 100 lîreyî ne

Şaredariya parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê, li bajêr yekem "Xwaringeha Gel" vekir û ew xwaringeh 3 corên xwarinê bi 100 lîreyên Tirkî dide welatiyan ku dike derdora 3 dolaran