Li Dîlokê bi hinceta PKKyê 3 kes hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şehitkamilê ya parêzgeha Dîloka Bakurê Kurdistanê, bi hinceta “Propagandaya PKKyê” 3 kes hatin desteserkirin.

Parêzgariya Dîlokê ragihand, îro tîmên Şaxa Tawanên Sîberê yên Fermandariya Cendirmeyan a Dîlokê bi hinceta li ser medya civakî “propagandaya PKKyê” kirine kesên bi navê E.Ş., Y.Z. û R.Z. desteser kirin.

Hêzên ewlehiyê E.Ş., Y.Z. û R.Z. ji bo karên îfade wergirtinê birin Fermandariya Cendirmeyan a Dîlokê.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digrin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.