Li Amedê esnafên jin zêde bûn: 'Cihên ku jin lê bin jiyan xweş dibe'

29-07-2024
Abdulselam Akinci
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Amed Esnafên Jin
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Odeya Esnaf û Dikandarên Amedê ragihand ku di deh salên dawî de hejmara esnaf û dikandarên jin heft qat zêde bûye.

Li gorî zanyariyan, berî deh salan li odeya kasibkarên bajêr 500 jin ên kasibkar qeydkirîbûne ku di deh salên dawî de ev reqem derketiye 3 hezar 529 jinan.

Şîmal Begîk jî yek ji wan jinên destpêşxer e.

Çîroka wê nîşaneya pêşketina jinan a di her qadên jiyanê de ye.

“Ji bo jin bikevin nav civakê gelekî giring e”

Şîmal Begîkê got, “Di 2023yan de em heşt jinen Kurd me mil da hevdû û me kooperatifa xwe avakir.

Ji aliyê aboriyê ve ji bo jin bikevin nava civakê gelekî muhîm e nêrîna me jî ev bû.

Ji ber aboriya malê di deste jinê de ye jin dizane dê di kû de kêm, di kû de zêde xerc bike

Yanî hevsengiya jinê heye. Jin dikare di her xalê bi her awayekî li meseleyê binêre.”

Li gorî Odeya Esnafan her çendî rêje û amarên jinan ên di kar de sal bi sal zêdetir jî bibe reqem hêj ne bi dile wan e.

Lewra ew dixwazin ku rêjeya jinan di nav hemû esnafên bajêr de herî kêm bigihîje ji sedî 30an.

“Cihên ku jin lê bin jiyan xweş dibe”

Esnafa bi navê Mîneyê jî wiha anî ziman:

Di sala 2004an de min vê dikana xwe vekir. Min gelek jin kirin xwedî kar.

Aniha ez dijmêrêm 15 jinên li cem min dişixulîn niha xwediyê dikanan in, xwedî kar in.

Jin li sûkê be ji baş e, jin li hundir be jî baş e, li dinyayê jî baş e,li herderî be jî baş e.

Cîhê ku jin li wir bin kar jî xweş dibe, cîhên ku jin lê bin jiyan xweş dibe.”

“Ji bo Amedê ev rêje hêj kêm e lê li seranserê Tirkiyeyê ev mûcîzeyek e”

Li Amedê hejmara jinên pîşesaz û karsaz jî sal bi sal zêdetir dibe.

Li gorî amarên Odeya Bazirganiyê ya Amedê di 2018an de li wê qadê tene 450 jinên pîşesaz û karsaz hebûne ku ev reqem niha derketiye 4 hezar 600î.

Seroka Encumena Odeya Bazirganiyê ya Amedê Nevîn Îlê got:

“Di 2018an de li Amedê  hejmara me jinên karsaz û pîşesaz 900 bû lê hejmara jinên ku bi awayekî aktîf li qadê li ser kare xwe bûn 450 bû.

Berî rêvebiriya me hejmara me jinan li qada pîşesaziyê ji sedî 4 bû.

Me meclîsa jinên karsaz jî ava kir, bi xebatên me, bi xebatên hevalên me yên jin niha rêjeya me gihîştîye ji sedî 20î.

Erê li gorî me ji bo Amedê ev rêje hêj kêm e lê li seranserê Tirkiyeyê ev mûcîzeyek e.”

Xûyakirina jinan ya di her kertekê de ji bo jinên din jî dibin mînakên baş.

Niha li bajêr rêxistinên jinan jî di nav de gelek sazî di nav hewla zêdekirina hejmara wan jinên destpêşxêr de ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst