Dêrsim - Mînîbusa karkeran qeza kir: 17 kes birîndar bûn

29-07-2024
RÛDAW
Nîşan Dêrsim Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Pilemuriyeyê ya parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê mînîbusa karkeran wergeriya, 17 kes birîndar bûn.

Mînîbuseke bi plakaya Rihayê ku kakerên findiqan tê de bûn lê ser rêya Dêrsim-Erzinganê ji rê derket û wergeriya.

Di qezayê de 17 karkerên ku di mînîbusê de bûn birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê cendirme û tîmên tenduristiyê çûn cihê qezayê.

Tîmên tenduristiyê birîndar birin nexweşxaneyên Dêrsim û Erzinganê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst