Şaredariya Amedê: Hişyariyên Kurdî bi fermana parêzgar hatine jêbirin

Duh li 10:59
RÛDAW
Nîşan Amed Hiûyariyên Trafîkê Nivîsên Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ragihand ku hişyariyên trafîkê yên bi Kurdî bi fermana parêzgar hatine jêbirin.

Li Amedê nivîsên Kurdî yên li ser kolanan ji bo hişyarîya ajokaran hatine nivîsandin, hatibûn reşkirin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê derbarê jêbirina hişyariyên Kurdî daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Bi îmzeya Parêzgarê Amedê Murat Zorluoglu li derveyî demjimêrên kar, roja Şemiyê bi nivîseke fermî ya bi rêya Sekreterê Taybet, nivîsên Kurdî hatine jêbirin.”

Şaredariya Amedê wekî bersiv ji parêzgariyê re got:

“Hişyariyên trafîkê yên ji aliyê şaredariya me ve hatîn danîn li gorî Yasaya Trafîkê û Rêyên Bejahî û rênimayan bûye û di tirafîkê de wan mafên peyayan li ber çav girtiye û bi vî awayî ew hişyarî danîne.”

Şaredariya Amedê hewiha da zanîn ku ew nivîs nîvê şevê hatine reşkirin û  hîn jî tiştek fermî derbarê vê yekê ji wan re nehatiye gotin.

Şaredariyê gotiye:

“Li gel zimanê Tirkî heman hişyariyên wekî Pêşî Peya û Hêdî yên bi Kurdî jî hatin nivîsandin. Ev ne nûne, ev 15 sal in li vî bajarî hatine nivîsîn.”

Hefteya borî li parêzgeha Wanê jî heman tişt hatibû kirin û li şûna wan gotinên nijadperestî yên bi Tirkî hatibûn nivîsîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst