Li Meletiyê otomobîl li kamyonê qelibî: Kesek mir

29-07-2024
RÛDAW
Nîşan Meletî Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Arendeyê ya Meletiya Bakurê Kurdistanê otomobîl li kamyonê qelibî û di encamê de kesek mir.

Otomobîla F.O. diajot, li navçeya Arendeyê li ser rêbejaya D-300ê li devera Taxa Balabanê, ji paş ve li kamyona parqkirî qelibî.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê yên bilez û her wiha cendirme çûn cihê qezayê.

Di qezayê de Kiymet Ozkana 73 salî ya di otomobîlê de canê xwe ji dest da.

Ji aliyekî din ve dîmenên kêliya qezayê ji hêla kameraya ewlehiyê hat girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst