82 malbat ji Kampa Holê hatin veguhestin

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Nivîsgeha Koçber û Penaberan ê Desteya Karûbarên Civakî ya Rêveberiya Xweser Şêxmûs Ehmed ragihand ku dê 82 malbat ji Kampa Holê veguhezin Dêrezorê.

Bi çavdêriya Desteya Kar û Barên Civakî û Kedkaran a Rêveberiya Xweseriya û koordîneya Navenda Lêkolîn û Diyalogê ya Sûriyeyî 82 malbatên ji Kampa Holê hatin derxistin.

Hevserokê Nivîsgeha Koçber û Penaberan ê Desteya Karûbarên Civakî ya Rêveberiya Xweser Şêxmûs Ehmed, derbarê derxistina malbatên Dêrezorê ji Kampa Holê axivî.

Şêxmûs Ehmed diyar kir ku dê 82 malbat ku ji 345 kesan pêk tê ji Kampa Holê ya li Hesekê birin Dêrezorê.

Bi gotina Şêxmûs Ehmed ew kes radestî mirovên wan hat kirin.

Şêxmûs Ehmed diyar kir ku îsal ev cara duyemîn e kocber ji Kampa Holê derdikevin.

Li gorî medyaya Rêveberiya Xweser, Hêzên Ewlehiyê yên Hundirîn, tîmên tenduristiyê yên Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser, ambulans û kamyonan li gel koçberan çûn Dêrezorê.

Li Kampa Holê ya Hesekê 42 hezar û 781 koçber û penaber dimînin.

Di nav de 19 hezar û 530 penaberên Îraqî û 16 hezar û 779 koçberên Sûriyeyî, 6 hezar û 461 biyanî, 11 kes nasname nediyar hene.