Polîsan ji ber stran û govendê bi ser 3 dawetan de girt

Hewlêr (Rûdaw) – Polîsên Tirkiyeyê li bajarê Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê ji ber govend û stranên Kurdî govendê  bi ser 3 dawetan de girt.

Di van çend rojên dawî de li gelek bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi hinceta stranên Kurdî û govedan gelek kes hatin desteserkirin.

Li gorî nûçeya MA polîsên Tirkiyeyê li navenda Colemêrgê bi ser sê dawetên li taxên cuda de girt.

Polîsan, bi hinceta “stranên siyasî tên gotin” hunermend, xebatkarên şîrketa produksiyonê yên dîmenên dawetê dikişandin û xwediyên dawetan de jî di nav de gelek kes desteser kirin. 

Ew kes îdiaya “Propagandaya rêxistinê” hatine desteserkirin li Rêveberiya Ewlehiyê ya Colemêrgê tên ragirtin.