Li Rojavayê Kurdistanê metirsiya madeyên hişbir: 'Rejîm li piştê ye'

Hewlêr (Rûdaw) - Di vê dema dawiyê de belavbûna madeyên hişbir li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê, zêde bûye û di salekê de Asayişa Rêveberiya Xweser zêdeyî 2 hezar bikarhênerên wan madeyan girtine.

Navçeyên Rojavayê Kurdistanê, roj bi roj rastî metirsiya belavbûna madeyên hişbir dibin.

Sekreterê Partiya Demokrata  Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Ciwan Ebdulkerîm Siko ji Rûdawê re behsa bandora vê yekê kir.

"Armanc ciwan in"

Sekreterê PDK-Syê Ciwan Ebdulkerîm Siko got: “Bandora madeyên hişbir li ser civakê heye, ji aliyên aborî tenduristî û ewlehiyê ve jî bandora wan heye.  Bêhtir dixwazin vê civakê ji hev bixin, dixwazin civaka me ji nav bibin, bêhtir jî ciwanan pê armanc dikin. Em dizanin ciwan pişteke herî sereke ne di civakeke rast de. Ew lewma ji aliyên kesên ku van madeyên hişbir belav dikin têne armanckirin."

Li gorî ragihandina Hêzên Berengarbûna Madeyên Hişbir ên Rêveberiya Xweser, di dema vê meha tîrmehê tenê de, 22 kes hatine girtin ku serederiyê li gel madeyên hişbir dikin.

Amarên Rêveberiya Xweser

Hêzên Ewlehiya Navxwe yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên Rêveberiya Xweser berî niha amarên salekê ji 26ê Hezîrana 2022 heta 26ê Hezîrana 2023an belav kiribûn.

Amarên Rêveberiya Xweser

Ew amarên Rêveberiya Xweser wiha bûn:

  • 2 hezar û 68 bikarhênerên madeyên hişbir hatine girtin.
  • 147 kîlogram madeya krîstal.
  • 302 kîlogram heşîş.
  • 11 hezar û 880 derziyên hişbir.
  • 838 hezar û 814 hebên Kaptagon.
  • 1 milyon û 818 hezar û 405 hebên hişbir ên cor bi cor.
  • 7 kîlogram eroyîn.
  • 14 gram kokayîn.

"Devletên cîran belav dikin"

Ciwan Ebdulkerîm Siko diyar kir ku hikûmetên Sûriyê, Îran, Tirkiyeyê û hêzên ser bi wan ve, van madeyên hişbir li navçeyê belav dikin.

Ciwan Ebdulkerîm Siko herwiah dixwaze ku welatî jî li gel Hêzên Ewlehiyê alîkar bin ji bo rêgiriyê li ber belavbûna van madeyan bikin û wiha domand: 

“Ji bo bealvkirina van madeyên hişbir bi milyonên heban, bi rengên cuda têne belavkirin, ne ku kesek yan bazirganek li pişt e lê belê rejîminên mezin û dewlet li pişt vî karî ne.

Lewma em dibînin ku rejîma Şamê, Îran û grûpên girêdayî Tirkiyeyê bi vî karê xirab radibin. Armanca wan jî ew e ku vê civakê ji hev bixin. Ji ber ku dema madeyên hişbir belav dibin êdî karên xirab dibin."

Her li gorî ragihandina Hêzên Ewlehiya Navxwe, di dema salekê de, ji bilî kesên bikarhêneran, wan  hezar û 42 kesên din ên pêwendîdar bi vî karî girtine û ew birine ber dadgehê.