Beytocan: Êdî bes e! Ma ez ê çend caran bimirim?

29-07-2023
Nîşan Beytocan Mirin Nûçe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermendê Kurd Beytocan îsyanî nûçeyên li ser mirina xwe kir, “Êdî bes e! Ma ez ê çend caran bimirim?”

Beytocan, ev demek e ku li Stockholma paytexta Swêdê ji ber penceşêrê tedawî dibe.

Van demên dawiyê gelek caran di torên civakî de gotegotên li ser “mirina Beytocan” belav dibin.

Çarşemba borî jî dîsa hate gotin ku Beytocan miriye lê paşê derkete holê ku ev nûçe jî derew in.

“Ma ez ê çend caran bimirim?”

Beytocanê ku ji ber nûçeyên “mirina” xwe bêzar bûye vîdeoyek belav kir û got:

“Tenduristiya min baş e. Tika dikim bila kes ji nûçeyên mirina min bawer neke û van nûçeyan parve neke. Min, xelkê min û malbata min xemgîn mekin. Êdî bes e! Ma ez ê çend caran bimirim?”

Hewriha Beytocan anî zimên ku piştî nûçeyên “mirina” wî her kes telefonî wî dike û xwest ku kes ji van nûçeyan bawer neke.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst