Dêrsim - Di daxuyaniya ÎHDyê de 8 kes hatin desteserkirin

29-07-2023
RÛDAW
Nîşan ÎHD Dêrsim Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dema Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Dêrsimê xwest daxuyaniyekê bide, 9 kes hatin desteserkirin. ÎHD dibêje, hevalên wan bi midaxeleya dijwar û lêdanê hatine desteserkirin.

Piştî Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (IHD) a Dêrsîmê ragihand ku dê bi armanca protestokirina qedexeya li ser “Dayikên Şemiyê” 29ê Tîrmehê li parêzgehê daxuyaniyeke piştgiriyê bide, Parêzgariya Dêrsîmê xwepêşandan, meş, civîn, konferansên rojnamevanî, mîtîng, konser û vegirtina konan bo rojekê qedexe kirin.

Endamên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Dêrsimê tekez dikin ku biryara qedexeyê ne hiqûqî ye, polîsan jî biryara Parêzgariya Dêrsimê wek hincet nîşan da û wan destûr neda ku daxuyaniya çapemeniyê bê dayîn.

Grûpa ku ji Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Dêrsimê ber bi Meydana Seyîd Riza ve dest bi meşê kir, rastî midaxeleya dijwar a polîsan hat û alozî derket.

Di midaxeleya polîsan de Serokê Şaxa Komleya Mafên Mirovan a Dêrsimê Gurbuz Solmaz, rêveberên Şaxa ÎHDyê ya Dêrsimê Gonul Sonbahar û Huseyîn Yaşar Sezgîn, Serokê Rêxistina Partiya Kedê ya Dêrsimê Ergin Tekin, Peyamnêrê Rojnameya Patikayê Hidir Yildiz, Endamê HDPyê Erdal Çelîk, Cevahir Findik û Ertan Çitak hatin desteserkirin.

Di dema desteserkirinê de alozî di navbera polîs û welatiyan de derket, piştî ku Baroya Dêrsimê navbeynkarî kir, rewş aram bû.

Şaxa ÎHDyê ya Dersimê derbarê bûyerê de daxuyaniyek da û got, hevalên wan bi midaxeleya dijwar û lêdanê hatine desteserkirin.

Hefteya borî jî Şaxa ÎHDyê ya Dêrsimê xwestibû daxuyaniyekê pide lê ji ber qedexeya parêzgariyê ya 1 rojî, destûr nehatibû dayîn û 6 kes hatibûn desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst