کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
CÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Wêne: Rûdaw Grafîk

Wêne: Rûdaw Grafîk

Kurdistan

Amerîkayê ji bo hilbijartinan bangî Herêma Kurdistanê kir

0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Karwan Faidhi Dri
Karwan Faidhi Dri29-07-2023

Nûçeyên Têkildar

Abdullah Ocalan: Divê Kurd li dijî hev neyên bikaranîn
Kurdistan06-06-2026

Abdullah Ocalan: Divê Kurd li dijî hev neyên bikaranîn

TETWAN - Çiyayê Nemrûdê bi bedewiya xwe geştyaran dikişîne
Kurdistan06-06-2026

TETWAN - Çiyayê Nemrûdê bi bedewiya xwe geştyaran dikişîne

Zehra Semo: Navên 14 hezar malbatên ku dixwazin vegerin Serê Kaniyê hatin wergirtin
Kurdistan06-06-2026

Zehra Semo: Navên 14 hezar malbatên ku dixwazin vegerin Serê Kaniyê hatin wergirtin

Hewlêr (Rûdaw) - Amerîkayê bang li partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kir ku hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê yên paşketî bên kirin û ev partî xwedî erk in ku di vê derbarê de gavên pêwîst bavêjin.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ji ragihand, “Em çaverê dikin ku partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê li gorî prensîbên demokratîk, yasayên Kurdistanê û destûra Iraqê ji bo bicihanîna erkên xwe û lidarxistina hilbijartinan gavên pêwîst bavêjin.”

Rayedarekî Wezareta Derve ya Amerîkayê, doh bi rêya emailê bersiva pirsên Rûdaw Îngilîziyê da.

Biryar bû di Çiriya Pêşîn a 2022an de hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê bihatana kirin.

Nakokiyên di navbera partiyên siyasî yên Kurd de li ser yasaya niha ya hilbijartinan û komîsyona hilbijartinan rê neda ku hilbijartin di dema xwe de bê lidarxistin.

Hilbijartinên parlementoyê ku diviyabû piştî 4 salan bihatana kirin, salekê hat paşxistin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê 18ê Çiriya Paşîn a 2023yan wek roja hilbijartinan diyar kiribû lê di meha gulanê de Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê paşxistina salekê ya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê “nedestûrî” dîtibû û ew biryar betal kiribû.

Vê yekê jî pirsgirêk aloztir kirin. Serokatiya Herêma Kurdistanê di rojîn derbasbûyî de ji bo diyarkirina roja nû ya hilbijartinan dest bi gera nû ya danûstandinan kir.

Li gorî agahiyên ku Rûdawê bi dest xistine, ji bo hilbijartinên parlamentoyê roja 25ê Sibata 2024an hatiye diyarkirin.

"Amerîka demeke dirêj e piştgiriyê dide hilbijartinên birêkûpêk"

Rayedarê Amerîkayî got, “Amerîka demeke dirêj e piştgiriyê dide hilbijartinên birêkûpêk, azad û dadperwer, ji ber ku ew meşrûbûnê dide hikûmetan û hemwelatiyan ku hikûmet nûnertiya wan dike. Herwiha rê dide wan ku beşdarî çawaniya birêvebirina wan bibin.”

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab, çarşema borî ragihand ku aliyên siyasî yên ku serdana wan kirine, pêşwazî li hewlên Nêçîrvan Barzanî yên ji bo birêxistina hilbijartinan kirine.

Pirsên