Grûpên çekdar li Efrînê Kurdan digirin

29-07-2023
Hisên Omer
Nîşan Efrîn Grûpên Çekdar Welatiyên Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Efrînê ya Rojavayê kurdistanê çekdarên opozisyona Sûriyeyê ya girêdayî Tirkiyeyê hejmarek welatiyên Kurd girtin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku 26ê Tîrmehê, polîsên sivîl dermansazê Kurd ê bi navê Mihemed Fatî yê 45 salî, li bajarokê Racoyê girt.

Heman rêxistinê da zanîn ku 27ê Tîrmehê jî, hêzên Tirkiyeyê 2 welatiyên Kurd ên ji gundê Badînayê bi tohmeta ku peywendiya wan li gel Rêveberiya Xweser hebûye girtine.

Her du welatiyên Kurd ên bi navê Hemîd Gênco yê 25 salî û Seîd Osman ê 65 salî li navçeya Racoyê hatine girtin.

Li bajarê Efrînê jî, hêzên Tirkiyeyê welatiyekî bi navê Subhî Hisên ê 55 salî ji ber ku wî daxwaza mala xwe kiriye girt.

 Subhî Hisên ji aliyê hêzên Tirkiyeyê ve bi "tohmeta ku peywendiya li gel hikûmeta Sûriyeyê heye" hatiye girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst