Nêçîrvan Barzanî ji bo Aşûrayê peyamek belav kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê ji bo bîranîna Aşûrayê peyamek belav kir û ragihand ku bîranîna biêş a Aşûrayê nirxdayîna nirxên qurbanîdanê ye.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo hatina roja Aşûrayê li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir:

“Bîranîna şehîdbûna Îmam Huseyîn û bîranîna biêş a Aşûrayê, nirxdayîna nirxên qurbanîdan û têkoşîna ji bo bidestxistina rastî û rêzgirtina li prensîbên lêborîn, biratî û nehîştina tundûtûjiyê ye.

Ev bîr û nirxên wê yên hêja wê ji bo bindest û çewisandiyan li her derê û her demê wek sembola mirovahiyê û tîrêja hêviyê bimîne.”

Aşûra 10ê meha Muherremê ye û meha yekem a salnameya Koçî ye ku di nav Şîeyan de wek “Roja Şînê” tê binavkirin.

Li gor belgeyên Şîeyan di vê rojê de Îmam Huseyînê kurê Îmam Elî bi fermana Yezîdê kurê Mûawiye tevî 73 hevalên xwe li Kerbelayê hatiye kuştin.