CHP: Berpirsê her provakasyoneke li Agiriyê Savci Sayan e

29-07-2022
RÛDAW
Nîşan CHP Savci Sayan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina ciwanan ya Partiya Gel a Komarî (CHP) li parêzgeha Agirî ya Bakurê Kurdistanê ragihand, heger di dema serdana Serokê Giştî yê CHPê, Kemal Kiliçdaroglu de bo Agirî provakasyonek çêbe, Şaredarê Agiriyê Savci Sayan berpirs e.

Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP), duh Pêncşemê serdana Agirî kir û li ser esnaf û dikandarên wê parêzgehê geriya.

Piştî belavbûna peyama rêxistina CHPê, Şaredarê Agiriyê Savci Sayan di torên civakî de peyamek belav kir û ji Kiliçdaroglu xwest ku li cem wî çayekê vexwe û Agirî mêhvanperwer in.

Ev nîqaş piştî vê yekê hat ku Serokê Şaredariya Agiriyê Savci Sayan pêr, 27ê Tîrmehê bi şev ligel hejmareke kesên çekdar di nav kolan û cadeyên bajêr de geriya û dîmenên wî di torên civakî de belav bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst