MSD: Ti hevdîtinên siyasî di navbera MSDê û Şamê de çê nebûne

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Rêveberiya Pêwendiyên Derve a Rêveberiya Xweser Kemal Akif diyar kir ku tu hevdîtinên siyasî di navbera Rêveberiya Xweser, MSD û hikûmeta Şamê de çê nebûne û got "Ew li gorî binemayên diyalogên nîştimanî tev digerin ku lihevkirineke sûrî-sûrî were mîsogerkirin."

Berdevkê Rêvebriya Pêwendiyên Derve a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser van gotegotên di derbarê hevdîtinên di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Şamê de got, di dema dawî de hinek aliyan gotine hevdîtin di navbera Rêveberiya Xweser, encûmena Sûriya Demokratîk (MSD) û hikumeta Şamê de çêbûne û hinekan  ji wan behsa hevdîtin, şert û mercên cihê nakokiyê kirine.

Li ser van gotegotan Berdevkê Pêwendiyên Derve dibêje, ew li gorî bingehên diyaloga nîştimanî tev digerin ku lihevkirineke sûrî-sûrî mîsoger bike. Di heman demê de ew dibêjin tu hevdîtinên siyasî di navbera wan û Şamê de çê nebûne.

Li Kobanê û Minbicê di çarçoveya peymana parastina sînor a 2019`an de peyman di navbera HSDê û artêşa Sûriyê de hene. Hemû gotegotên derveyî çarçoveya fermî ya Rêveberiya Xweser û MSDê, derew in.