Li Şingalê navê şehîdan tê tomarkirin

Şingal (Rûdaw) - Ev dema du heftiyane dest bi tomarkirina navê şehîd û windabûyên karesata Şingalê hatiye kirin. Heta niha 200 kes weke şehîd hatine destnîşankirin û mehane dê milyonek û 200 hezar dînaran bidin wan malbatan.

Suzan Qasim ku kurdeke Êzdî ye tevî ku hevjînê wê di êrîşa DAIŞê de şehîd bûye, giliyan dike ku kar bi başî nayê meşandin û gelek pirsgirêk ji wan re têne derxistin, ji ber nebûna belgeyên taybet, heya niha Hikûmeta Iraqê navê hevjînê wê weke şehîd tomar nekiriye.

Suzan Qasim ku heta niha nêzîkî 2 mîlyon dînarên Iraqê ji bo belgeyên pêwîst kiriye dibêje: “Gelek pirsgirêkan ji me re derdixin, çi daîreya Iraqê ya ez diçim karê min nameşînin. Têvî ku ez nikarin kire û pêwîstiyên xwe peyda bikim min gelek pere li ber de dane. Min pere dane parêzer jî li karê me çareser nebûye”

Piraniya kes û karên qurbaniyan ji kampên di nav sînorê Duhokê de ne diçin Şingalê da ku navên xwe tomar bikin, lê ji ber rêya dirêj tûşî zehmetiyan dibe û pirsgirêk ji wan re derdikevin.

Kesûkara qurbaniyan Besê Elih jî got: “Ev şeş car in ez pê ve hatime lê hêj me çênekiriye û herwiha Xwedê dizane ka ez dê çend carên din bêm.”

Heta niha zêdetirî ji 200 kesan wek şehîd hatine tomarkirin û wek şehîd hatine qebûlkirin û mûçeyê wan jî hate destnîşankirin dê mehane milyonek û 200 hezar dînarên Iraqî bidin kesûkarên wan.

Di sale 2014an de 6 hezar û 417 Kurdên Êzidî ketin di destê çekdarên rêxistina DAIŞê de ji wan zêdetirî 2 hezaran hatine rizgarkirin,  zêdetir hezar 200 kesan jî li nav 82 gorên bi komî de hatine kuştin. Divê navê hemûyan were tomarkirin daku mafên wan neyên windakirin.