Li Wanê lehî rabû: Du şivan winda ne

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ji ber barîna zêde lehî rabû û ji du şivanan agahî nayê wergirtin û herwiha ji ber lehiyê zeviyên çandiniyê zirar dîtin û hin welatî li ser rêya asê man.

Li navçeyên Elbak û Qelqeliyê yên bajarê Wanê duh 28ê Tîrmeha 2021ê piştî barana zêde careke din lehî rabû û li gorî zanyariyan, du şivan wenda ne û ziyanekî mezin gihîştiye pez û zeviyên xelkê wê navçeyê.

Herî zêde bandor li taxên Albayrak û Guzeldere yên Elbakê û li taxên Sarikoy, Kaşikara û Yunkûşak ên Qerqeliyê bûn.

Li gor agahiyên berdest li Elbakê ji du şivanan agahî nayê wergirtin û gelek kes di malê xwe de dorpêçkirî mane û ziyanekî mezin gihîştiye pez û zeviyên xelkê wê navçeyê.

Her wiha li herêmê çendîn serên pez jî ketine ber lehiyê û rêya sereke ya bajarên Wan û Colemêrgê jî hatiye girtin û piştî du demjimêran hatiye paqijkirin û niha rê vekirî ye.

Têkildarê zirarê canî heta niha ti agahiyên zelal nehatiye bidestxistin û saziyên fermî jî daxuyaniyek nedane.