Karkerên keviran di bin 40 derece germayê de kar dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Xelatê ya parêzgeha Bedlîsa Bakurê Kurdistanê, karkerên keviran di germahiyeke jorî 35-40 pile debera jiyana xwe dabîn dikin.

Karker bi destpêka şefaqê re, li berwarên çiyayê Nemrûdê, li cihê di navbera gundê Kirklar û bajarokê Ovakişlayê yên ser bi navçeyê ve, bi rêbazên kevin, bi bivir, sing û qerasayan derdixin û bi kamyonan ji bo kargehên keviran yên li deverê dişînin. 

Karkerê bi navê Cesim Akkuş yê 44 salî ku ev 20 sal in karkeriya derxistina keviran dike dibêje em bi qeweta destên xwe nanê xwe yê rojane ji derxistina keviran peyda dikin.

Casim Akkuş, karkerê keviran dibêje, “Ev 20 sal in ez vî karî dikim. Sibehê demjimêr 6-6 û nîv em tên vir, weke hûn dibînin em nanê xwe ji derxistina van keviran peyda dikin. Bi hevalên xwe re em perçên zinaran bi qerasayan ji erdê derdixin û pişt re em wan perçe dikin, hevalên me yên din jî tên û wan bi kamyonan dikişînin kargeha keviran. Kargeh jî bi amûrên taybet wan ji bo lêkirina avahiyan amede dikin.”

Li gor karkerê keviran rojane nêzîkî 80 heta 100 perçeyên keviran ku dike 8-10 tonên keviran. Ev jî nêzîkî 100-110 lîreyan rojane ji bo her karkerekî tîne.

Casim Akkuş diyar dike, “Rojane, xuya nake, roj hene ku em qet dernaxin, li ser zinar bi xwe dimîne, ancax em debara jiyana xwe ya rojane pê derdixin, rojê 100 -110 lîre ancax tê". 

Kevirên Xelatê ku tenê li navçeya Xelatê tên derxistin, bi taybetmendiya xwe ya ku di zivistanan de germ û di havînan de malan hênik dihêle tên naskirin û piranî di dîkorasyonên malan, minareyên camiyan, avakirina kaniyan û kêlên goristanan de tên bikaranîn.